Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Astengkirina Gihîştana VOA û DW Li Tirkiyê Bû Sedema Bertekan


RTUK Tirkiyê
RTUK Tirkiyê

Ji ber ku Dengê Amerîka (VOA) Beşa Tirkî û Deutsche Welle (DW) Beşa Tirkî serlêdana lînsansê li Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) nekir, li ser daxwaza RTUK’ê 1’emîn Dadgêrîya Cezaya Sulh ya Enqerê di derheqê wan de biryara li ser înternetê astengkiririna gihîştînê girt.

Ev biryara RTUK’ê li Tirkiyê ji rastî bertekan hat. Komeleya Rojnamevanên Hemdem (ÇGD) ev biryar wek dijî azadîya çapemenîyê rave kir û rexnê xwe wiha ragihand:

“Astengkirina gihîştinê ku li hemberî Dengê Amerîka û Deutscehe Welle hatîye girtin him mafên gel di warê nûçe girtinê de bin pê dike û him jî azadîya çapemenîyê astegn dike.”

Li hemberî vê biryarê Karê Ragihandina Konfederayona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK Basin-Îş) bertêk nîşan da.

Konfederasyonê ev biryara ku hatîye girtin li hemberî azadîya çapemenîyê wek asta herî dawî pênase kir û ev yek wiha pênase kir:

“Di warê astengkirina azadîya çapemenîyê de asta herî dawî pêk hatîye. Li ser daxwaza RTUK’ê 1’emîn Dadgêrîya Cezaya Sulhê ya Enqerê weşana DW û VOA asteng kirîye.”

Ev biryara RTUK’ê ya li ser VOA û DW li ser azadîya çapemenîyê wek astengîyeke gilover jî tête dîyarkirin. Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF) jî biryara ku hatîye girtin bi tundî rexne kir. Ser navê RSF’ya Tirkî Erol Onderoglu daxûyanîyek da û got:

“Li ber ku VOA û DW lîsans negirtîye li ser daxwazê RTUK’ê ser van sazîya biryara astengkirina gihîştinê hatîye girtin. Ev biryar bes wê xizmeta hilbijartinê bike. Ev biryar tê wateya pêşî lêgirtina azadîya weşanê.”

RTUK’ê jî li ser vê biryara astengkirina gihîştinê daxûyanîyek nivîskî da. RTUK’ê ragihand ku ewan ev biryar li gorî qanûnê û erka ku dikeve ser milê wan girtîye. Ev yek RTUK’ê wiha dîyar kir:

“Pisporên me li ser malpêrên înternetê yên “www.amerikaninsesi.com” û “www.dw.com” lêkolîn kirine. Li gorî nêrîna pisporan pêwîstî hatîye dîtin ku van sazîyana lîsansa înternetê bigrin. Yên ku lîsansans negirtin ji alîyê me ve hatin hişyarkirin ku lîsan bigrin. Li ber ku yên ku ev lîsan negirtin me jî daxwaz kir ku di derheqê wan de biryara astengkirina gihîştinê were girtin.”

RTUK’ê ev biryara ku girtîye jî parast û angaşt kir ku ew alîgirên azadîya çapemenîyêne. Di daxûyanîyê de ev yek jî wiha ragihand:

“Em azadîya çapemenîyê diparêzin, lê belê wek her welatê demokratîk Tirkiye jî dewleteke hiqûqîye. RTUK jî di nav vê hiqûqê de dixwaze ku nûçeyên di nav temînateke dîyar de weşanê legal were kirin.”

ED_02_07_2022_RTUK_Bertêk.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00

XS
SM
MD
LG