Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdar Altan: Em Biryara RTUKê Ya Derbarê Sê Dezgehên Medyayî yên Cîhanî Şermezar Dikin


Li Tirkiyê Civata Bilind ya Radyo û Telefezyonê (RTUK) roja Çarşemê mihleteke kurt da sê dezgehên medyayî yên navnetewî, di nav de jî Dengê Amerîkayê, ku rêdana kar li Tirkiyê wergirin yan jî wê platformên wan werin blokirin.

Daxwaza RTUK, ji bilî Dengê Amerîka, radyoya Deutsche Welle û her wiha Euronews li xwe digre.

Hevserokê Komeleya Rojnamevanên Dicle û Furatê, Serdar Altan di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev mijar şîrove kir.

Serdar Altan
Serdar Altan

Altan ku li bajarê Amedê dimîne got:

“Di sala 2019an de saziya lêkolînê ya bi navê SETA raportek di derbarê medya cîhanê de ji bo dewletê amade kirbû û tê de hin saziyên navdewletî yên ku li Tirkiyê kar dikin kiribûn armanc. Piştî wê raportê, hikûmetê yaseyek derxist ji bo ku ew dezgehên medyayî yên cîhanî di bin banê RTUKê de bêne kontrolkirin.”

Di derbarê rola opozisyonê de, Altan nîşan bi wê yekê da ku pêwîst e opoziyon dengê xwe li hember van kiryarên ku çapemeniyê qedexe dikin, bilind bike.

Wî got:

“Em wek komele, em vê biryarê şermezar dikin û ji bo ku çapemeniyeke azad û serbixwe karibe li gora dilê xwe û di asta navnetewî de xebatekê birêve bibe, pêwîst e ev biryarên hikûmetê demlidest ji holêî bên rakirin.”

Altan her wiha anî ziman ku daxwaza hikûmetê ya sereke “ew e ku ev dezgeh bi temamî bên girtin.”

Hêjayî gotinê ye, Endamê RTUKê Îlhan Taşci, ku ji aliyê Partiya Gel ya Komarê(CHP) ve hatibû destnîşankirin, di tiwîtekê de ev biryar wek zêdegavî li djiî medya azad li Tirkiyê anî ziman.

Ji bo guhdarîkirrina li hevpeyvînê fayla deng veke

Hevpeyvîna Li Gel Serdar Altan
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:37 0:00

XS
SM
MD
LG