Serok Recep Tayyîp Erdogan roja Yekşemê di hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de serketina xwe îdia kir, serkeftinek ku dê desthilatdariya wî ya otorîter derbasî dehsala sêyem bike.
Erdogan bi alîgirên xwe re axivî û got ku hilbijêran berpirsiyarî dane wî ku 5 salên pêş de hukumraniyê bike.
Wî li Stenbolê got, "Tekane serketî Tirkiyê ye."
Encamên fermî yên dawî hîn nehatine eşkerekirin.
Ji bo axaftina serketinê ya Erdogan tu bersivek ji hevrikê wî Kemal Kiliçdaroglu nehat.
Hilbijartin wekî yek ji hilbijartinên herî girîng ji bo Tirkiyê hatin dîtin, û opozisyonê bawer dikir ku wê şansekî bihêz heye ku Erdogan ji posta wî daxe piştî bihabûna asta jiyanê di encama krîza abûrî de.
Têkçûna Kiliçdaroglu, ku soz dabû welêt li ser rêyeke demokratîk û hevkartir bihêle, îhtîmal e ku dê li Moskoyê were pîroz kirin, lê li paytextên rojavayî û piraniya Rojhilata Navîn şîn hat geran piştî ku Tirkiyê di karûbarên derve de helwestek nakoktir û serbixwe girt.
Çavkanî: Reuters