Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê û Rûsya Dê Rewşa Idlibê Gotûbêj Bikin


Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu dibêje şandeka Tirkiyê dê roja Duşemê axaftinan bi Rûsan re bikin li dor rewşa parêzgeha Idlib a Sûrî û metirsiya karesateke mirovî li wir.

Mevlut Cavusoglu îro Şemiyê piştî kombûna li gel hevtayê xwe yê Almanî, di konferansa Miyûnixê ya ewlekariyê de, got eger agirbestek li Idlibê neyê ragihandin, renge 2 milyon kes berê xwe bidin sînorê Tirkiyê.

Kombûna roja Duşemê tê piştî serdana şandeka Rûsya bo Enqera paytexta Tirkiyê hefeteya borî.

Wezîrê derve yê Almanya Heiko Maas got:

“Em pir bi xem in ku wê karesateke mirovî li wir rû bide, eger şer neyê rawestandin.”

Maas got wî ji wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov, ku ew jî li Miyûnixê bû, xwestiye ku fişarê bide ser hikûmeta Sûriyê da şer rawestîne.

XS
SM
MD
LG