Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Hêvîdar e Danûstandinên Agirbesta Ukraynayê Nêzîk Dest Pê Bikin


Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan roja Yekşemê di dawiya foruma dîplomatîk a bajarê Antalyayê yê li başûrê welêt de got, Tirkiyê hêvî dike ku hevdîtinên ji bo agirbestekê li Ukraynayê di demeke nêzîk de dest pê bikin.

Fîdan roja Înê di çarçoweya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re hevdîtin kir. Wî ji rojnamevanan re got ku wî bi Lavrov re çend mijar gotûbêj kirine, di nav de jî Ukrayna.

Fîdan got, "Di mijara Ukraynayê de nêrîna me ew e ku her du alî bi şer gihîştine sînorên ku dikarin bi dest bixin. Em hizir dikin ku dem êdî dema destpêkirina diyaloga ji bo agirbestê ye."

"Ev nayê wateya naskirina dagîrkeriyê (ji aliyê Rûsyayê ve), lê divê mijarên serwerî û agirbestê cuda cuda bên gotûbêjkirin," Fîdan got.

Endama NATOyê Tirkiyê, ku li Deryaya Spî bi Ukrayna û Rûsyayê re sînorê deryayî parve dike, ji dema dagîrkirina Rûsyayê ya Ukrayna du sal berê, hewl da ku têkiliyên baş bi her du welatan re biparêze.

Enqerê piştgiriya leşkerî ji Ukraynayê re pêşkêş kir û piştgiriya xwe ji bo yekparçeyiya axa wê anî ziman, lê di heman demê de li dijî toleyên li ser Rûsyayê ye.

Fîdan got: “Mirin û birîndarbûna zêdetirî 500 hezar kesî û wêrankirina bi temamî ya jêrxane û avahîya hemû welatekî ne rastiyeke ku ji me re bête tehmûlkirin."

"Divê ev yek bi awayekî raweste. Ji bo rawestandina vê yekê divê hin nîqaş bên kirin û her kes xwe bi vê ramanê bigre."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG