Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Soz Da Ku Li Sûriyê 'Herêmeke Ewle' Ava Bike


Piştî ku Enqereyê êrîşên esmanî li dijî şervanên kurd pêk anîn li Sûrîyê, Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Înê soz da ku sînorê başûrê Tirkiyê bi "herêmeke ewle" biparêze.

Erdogan demeke dirêj e hewl dide ku "herêmeke ewle" bi kûrahiya 30 kîlometran li hundirê Sûriyê ava bike û îsal jî gelek caran bo pêkanîna vê armancê gefên destpêkirina operasyoneke leşkerî ya nû kirîye.

Artêşa Tirkiyê ji sala 2016an ve sê êrîş li dijî şervanên kurd pêk anîne û axa bakurê Sûriyê dagir kirîye, ku niha di destê hêzên opozisyona Sûriyê da ye ku Enqere piştgiriya wan dike.

Erdogan di axaftina xwe ya televizyonê ya bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de got: "Bi herêma ewle ku em li aliyê din yê sînorê xwe ava dikin, em mafên bi milyonan jin û zarokan jî diparêzin."

"Bi hêviya Xwedê em dê vê herêmê li dirêjahiya sînorê ji rojava heta rojhilat di zûtirîn dem de ewle bikin".

Erdogan dixwaze ku "herêma ewle" bajarê sînorî yê Kurdên Sûriyê, Kobanî jî, bigire nav xwe, ku di sala 2015an de bi piştgiriya Amerîkayê ji aliyê hêzên Kurdî yên YPGê ve ji cîhadiyên DAIŞê hatibû rizgar kirin.

Piştî teqîna li Stenbolê di 13ê Mijdarê de ku di encamê de 6 kes hatin kuştin û 81 kes jî birîndar bûn, Tirkiyê roja Yekşemê çend êrîşên esmanî li ser deverên Îraq û Sûriyê pêk anîn û grupên Kurdî kirin armanc.

Tirkiyê ji bo vê teqînê şervanên Kurdên Sûriyê YPGê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tawanbar dike.

Lê grupên Kurd berpisyarîya êrîşa Stenbolê red dikin.

Tirkiyê dibêje, şervanên Kurd yên YPGê hevalbendê PKKê ne, ku ji sala 1984an ve li dijî dewleta Tirkiyê serhildanê dike.

XS
SM
MD
LG