Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Navenda Ruhayê Pirsgirêka Ava Vexwarinê Dest Pê Dike


Lehiya Ruhayê
Lehiya Ruhayê

Di lehîya roja Çarşemê da li bajarê Ruhayê 16 kes mirin, ji 2000î zêdetir xanî û dikan di bin lehiyê da man.

Lehî û herî li nav ava bajêr ya vexwarinê jî ketîye û ji roja Çarşemê vir de şaredarî jibo saxlemiya mirovan avê li bajêr qut kiriye. Neha li malan ji kanîyan dilopek jî av nayê.

Ahmed rûniştvanê navça Xelîlîyeyê ye. Digel 4 zarok û hevjîna xwe sê roj in bê av in. Wî destnîşan kir li dikanan avên 5 lître du sê caran biha kirine. Herwiha li marketan av jî nemaye.

Ahmed got,''Li marketan em nikarin avê peyda bikin. Min îro qolîyek ava 2 lîtir kirî lê jibo xwarin û vexwarinê ye û têrî nake. Ji bajarên derdorê bi tanqêran av tînin lê bajarê mezin e têrî nake. Mirov di dora avê de pev diçin.’’

''Mala xwedê ava be ku hewa sar e û pêdivî bi vexwarina zede ya avê nîne. Ger hewa germ be em nikarin avê jî bikrin ji dikanan.’’

Ahmed weha dewam kir: ''Dest ji serşûştinê berdin, jibo destşûştinê jî av nîne.''

Wî da xuyakirin jibo pêdivî bi tuwaletê çênebe, li zarokên xwe şîret dikin ku avê hindik vexwin, xwarinê hindik bixwin.

Wî got, jibo paqijîyê, jibo tuwaletê divê rojê çend saet avê berdin, da ku em dikaribin avê depo bikin, ku weha dewam bike emê şeperze bibin.''

''Me di lehiya avê da qurbanî da, gelek mirov fetisîn lê neha em hesret mane ji ava paqij re. Wusa xuya ye binesaziya bajêr têk çûye.''

Bajarvaniya Mezin ya Ruhayê li ser malpera xwe nûçeyek belav kir ku şaredarî li taxan bi tanqêran ava vexwarinê li gel belav dike. Herwiha li marketan jî zabita dest bi kontrolê kirine ku dikandarên avê biha difroşin, ceza dikin.

Karbidestên bajêr dibêjin bi hêvî ne roja şemiyê ava bajêr ya vexwarinê berdin. Lê di aliyek da jî saziya AFADê hişyarî da ku heta 19ê mehê li Ruhayê dê baran zêde dê bidome û metirsîya lehiyê jî pir e.

AFAD heman hişyariyê jibo bajarê Amedê jî daye.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00

XS
SM
MD
LG