Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje hberpirsên Erebistana Saudî, Amerîka, Almanya , Frensa û Brîtanya li dengê tomarkirî yê kuştina rojnamevanê Saudî Jemal Xaşiqcî guhdarî kirine.
Ev axaftinên Erdogan ên îro Şemiyê piştrastkirina fermî ya yekem e li dor hebûna tomara deng a kuştina Xaşiqcî, ku roja 2yê meha borî li qunsulxana Saudî ya Stenbolê pêk hatibû.
Erdogan got:”Tirkiyê jî li wê axaftinê guhdarî kir û ew zanin.”
Wî bang li Erebistana Saudî kir ku xwe ji wê lekeya han dûr xe û di vekolînan de hevkariyê li gel Tirkiyê bike.
Erdogan got 15 kesên tîma ku Tirkiyê dibêje ew hatibûn şandin ji bo kuştina Xaşiqcî dizanin kî di paş kuştina wî de ye û her wiha dizanin cihê termê wî li ku ye.