Serokê Tirkiyê Tayyîp Erdogan îro roja Pêncşemê bi serdanekê çû Erebistana Saûdî, ev yek wekî encama hewildanên çend mehan e ji bo sererastkirina peywendiyên digel Riyadê, ku tê de Enqere dosyaya qanûnî ya li ser kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî li Stenbolê radike.
Ofîsa Erdoganî ragihand ku ew dê di hevdîtinên di vê geşta du rojan de têkiliyên Enqerê digel rêberên Saûdiyê û herwiha rêyên zêdekirina hevkariyê gotûbêj bikin. Şirovekar û karbidest dibêjin ku piştevanîya darayî ya Erebistana Saûdî dikare bibe alîkar ku aboriya Tirkiyê ya lawaz geş bike.
Têkiliyên di navbera her du welatan de aloz bibûn piştî ku rojnamevan Xaşiqcî di sala 2018an de li konsulxaneya Erebistana Saûdî li Stenbolê hatî kuştin. Erdoganî "astên herî bilind" yên hikûmeta Erebistana Saûdî bi dayîna fermanan tawanbar kiribû, lê Enqereyê ji wê demê êreve dengê xwe bi awayek berbiçav nerim kir.
Bo rê xweşkirina wê serdanê, dadgeheke Tirkiyê di destpêka vê mehê de dadgehkirina bergumanên Saûdî ji ber kuştinê rawestand û ew veguhast Erebistana Saûdî û hikumetê jî piştevanîya wê biryarê kir lê rêxistinên mafên mirovan ew biryar şermezar kirin.
Reuters serdana plankirî ya Erdogan di destpêka vê hefteyê de ragihand bû. Ew guhertineke dramatîk ya sîyaseta dualî nîşan dide û dibe ku gava herî mezin be di hewildana Enqereyê de ji sala 2020'an êreve ji bo sererastkirina têkiliyên xwe yên teng digel hêzên herêmî wekî Mîrgehên Yekgirtî yên Ereb, Îsraîl, Misir û Erebistana Saûdî.