Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye û Erebistana Saudî Ser Enerjî û Berevanîyê Peymanên Nû Îmza Dikin


Ajansa dewleta Erebistana Saudî, SPA ragihand ku bi Tirkîyê re ser enerjî û berevanî û hin mijarên din gelek peyman hatine îmza kirin.

Ajansê dîyar kir ku di merasîmên îmzayan de Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed bîn Selman û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan hazir bûne.

Li gor nûçeya wê ajansê, Erebistana Saudi ser kirîna dronan ji kompanîya Baykar ya Tirkîyê du peyman îmza kirine ku armanca wê xurtkirina kanîna berevanîya welêt e.

Erdogan do serê sibê çû Erebistana Saudî û ew bi Prensê Cîgir Mihemed bîn Selman re derengê şevê kom bû.

Piştî Erebistana Saudî, Erdogan wê here Qatar û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û dê wir ser aborîyê danûstandinan bike.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar dike ku Erdogan bi serdana welatên Kendavê hewil dide jibo aborîya Tirkîyê ya ketiye rewişeke dijwar çareserî û piştgirîyan bibîne.

Tirkiyê Û Erebistana Saudî Çend Peymanên Aborî Û Bervanîyê Îmza Kirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:33 0:00

Jêder: Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG