Wezîrê navxweyî yê Tirkîyê îro Înê ragihand ku dora 31 hezar penaberên Sûrî ji dema roxandina rejîma Beşar el Esed vegerîyane welatê xwe.
Alî Yerlîkaya ji kanala TGRT re got ku “hejmara kesên ku vegerîyane gihiştîye 30,663 kesan.”
Dora sê milyon penaberên Sûrî li Tirkîyê hene ku piştî destpêka şerê navxweyî li Sûrîyê revîyane Tirkîye. Piştî ketina rejîma Esed, niha gelek penaber li wir dibêjin ew dixwazin vegerin welatê xwe.
Berî sê rojan, Yerlîkaya gotibû ku 25 hezar Sûrî di demên dawî de vegerîyabûn.
Enqere dibêje ewê ofîseke rêvebirina karûbarên koçberîyê li bajarê Helebê veke da ku karê vegera penaberan hêsan bike. Piranîya penaberên Sûrî yên li Tirkîyê bi xwe xelkê Helebê ne.
Tirkîyê herwiha ragihand ku ewê "di nav çend rojan de" konsulxaneya xwe li Helebê veke. Tirkîyê 14’ê vê mehê, anku çar rojan piştî ketina rejîma Esed, balyozxaneya xwe li Şamê vekir.
Jêder: AFP