Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Yaşar Guler roja Yekşemê dîyar kir ku, Tirkîyê bawer dike desthilatdarên nû yên Sûrîyê, ku koma çekdar Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SNA) ya bi piştgirîya Enqerê jî di nav de ye, wê şervanên Kurd ji hemû heremên li bakurê rojhilatê Sûrîyê derxînin.
"Em bawer dikin ku rêbertîya nû ya Sûrîyê û SNA ku beşekî girîng yê artêşa Sûrîyê ye, li gel gelê Sûrî wê hemû herêmên ku rêxistinên terorê dagir kirine, azad bikin," Guler di serdana leşkerên Tirk yên li ser sînorê Sûrîyê de got.
Piranîya bakur û rojhilatê Sûrîyê di destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de ye, hevpeymanîyek e ku şervanên Kurd pêşengîyê dikin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya HSD’ê dike. Tirkîye, YPG’ê bi girêdana bi Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) re tawanbar dike, ku hem Washington û hem jî Enqere wek komeke terorîst dibînin, lê HSD û YPG bi berdewamî tawanbarîya Tirkîyê red dikin.
Li bakurê Sûrîyê bi hezaran leşkerên Tirkîyê hene û herwiha li wir piştgirîya komên çekdar yên cihadî dike, ku şerê dijî HSD ya bi bi piştgirîya Amerîka dikin.
Enqere ji 2016’an ve dijî HSD’ê gelek operasyonên leşkerî yên mezin pêk anîne û bi berdewamî êrîşên esmanî dike.
Ji têkçûna rejîma Esed ya 8’ê Kanûnê ve, Tirkîyê û komên çekdar ên bi piştgirîya Tirkîyê şerê dijî HSD’ê tund kirine.
"Emê her tedbîrên pêwîst jî bi heman biryardariyê bigirin heta ku hemû pêkhateyên terorîst li derveyî sînorên me werin paqijkirin," Guler got.
HSD di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevbenda serekî ya Amerîka ye û Washington hevkarîya bi HSD’ê jibo şerê dijî DAIŞ’ê girîng dibîne û dibêje ku operasyonên Tirkîyê yên li bakurê Sûrîyê xeterîyê çêdikin.
Lê Enqere daxwaza helandin yan tunekirina HSD’ê dike û herwiha ji Washingtonê daxwaz dike ku piştgirîya xwe ya jibo şervanên kurd vekişîne.
Artêşa Amerîka hefteya borî ragihand ku li Sûrîyê 2 hezar hêzên wê hene, jibo niha vekişînê nanirxîne û hevkarîya wê ya bi HSD’ê didome.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan roja Şemîyê got, ger rêvebirîya nû ya Sûrîyê nikaribe fikarên Enqerê çareser bike, wê Tirkîye jibo dabînkirina ewlehîya xwe, "çi ji destê wê were" bike.
Çavkanî: Reuters