Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SETA Rojnamegerên Dezgehên Navnetewî Dike Armanc


Weqfa Lêkolînên Sîyaset, Ekonomî û Civakî (SETA) li ser rojnamegerên dezgehên navnetewî yên li Tirkiyê raporek amade kir û îddia dike medyaya navnetewî li Tirkiyê li dijî hikûmetê weşanê dike.

Rapora SETA'yê ji aliyê İsmaîl Çaglar, Kevser Hulya Akdemîr û Seca Toker ve hatiye amadekirin. Navê raporê 'Li Tirkiyê Dirêjahiya Dezgehên Medyaya Navnetewî' û ji 202 rûpelan pêk tê.

Rapor ji ser nûçeyên beşênTirkî yên dezgehên wekî BBC, VOA, DW, Sputnîk, Euronews, CRI, İndependendent hatiye amadekirin.

Di raporê de nav û navnîşanên torên civakî, yên rojnamegerên van dezgehan yek bi yek hatiye nivîsandin.

Rapora SETA'yê li ser nûçeyên hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016'an, şer û pevçûnên xendek û barîkatên li nav bajarên Kurdan, girtina parlamenterên HDPê jî beşek ji raporê ye. Nûçeyên li ser balafirgeha nû ya Stembolê, pira sêyemîn ya li Stembolê, zêdebûna dolar ya sala 2018'an hatiye amadekirin.

Rapor îddia dike di van pêşketinên girîng de zimanê van dezgehan li dijî hukemtê bûye. Nûçeyên wan jî li ser rexneyên li ser azadiya ragihandinê, demokrasiyê,krîza ekonomîk, otorîterbûna sîyasetê pêk tên.

Cemîyeta Rojnamegerên Tirkiye (TGC),Sendîkaya Rojnamegeran (TGS) Cemîyeta Başûrê Rojhelata Tirkiyê (GGC), Cemîyeta Rojnamagerên Azad rapora SETA şermezar kirin û dibêjin ev rapor dişibe ya polêsan û rojnamegeran jî dike hedefa êrîşan. TGC di heqê SETA de doz vedike.

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.

Raporta Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00

XS
SM
MD
LG