Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li 4 Şaredariyên din ên HDPê Qeyûm Hatin Danîn


Wezrata Karê Navxwe qayûm tayînê ser 4 şaredarîyên din yên Partiya Demokratîk ya Gelna (HDP) kir.

Navçeyên ku herî dawî ji destê HDP hatin standin ev in:

Navçeyên Pirsûs (Suruç) a Ruhayê, navçeyên Stewrê (Savûr), Şemrex (Mazidag), Dêrika Mêrdînê.
Roja înê polêsan avêt ser malên hevşaredarên çar navçeyan. Bajarvana Pirsûsê Hatîce Çevîk, ya Stewrê Gulistan Oncu, ya Şemrexê Nalan Ozaydin, ya Dêrikê Mulkiye Esmez ku doh bi bi tawana propagandaya rêxistina terorê û endamtiya rêxistina terorê de hatin desteserkirin û roja Şemiyê bi biryara wezaretê ji karê şaredariyê hatin dûrxistin. Di ciyê wan de qeymeqamên navçeyên vaborî wekîlê şaredar hatin tayînkirin.

Parlamentera HDP Meral Daniş Beştaş biryara qayûman ji Dengê Amerika re şîrove dike.

"Hikumetê beriya hilbijartinê jibo îrada gel dernekeve, bi hîleyan binpêkirin meşand, lê gelê Kurd li hember van hîleyan îrada xwe nîşan da û şaredarên xwe hilbijart. Lê bi qay^man xespek mezin heye li ser îrada gel."

Bi biryara dawî hejmara şaredariyên HDP yên ku qayûm tayîn kirin gihîşt 24'an.

HDP di hilbijartina heremî ya di 31ê Adarê de 3 bajarên mezin, 5 bajar, 45 navçe, 12 bajarok bi giştî 69 şaredariyan bidest xist. Lê jiber namzedên navça Baglera, Çaldiran, Edremît, Tuşba, Tekman, Dagpinar di dema rewşa awarte de bi biryara di hikmê qanûnê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:46 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG