Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Soylu Dibêje Hejmara Mirîyên Erdhejên Tirkîyê Giheştiye 50,500 Kesan


Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu ragihand ku hejmara mirîyên erdhejên Mereşê giheştiye 50,500 kesan.

Soylu dîyar kir ku di erdhejê de 57,029 avahî hilweşîyane û heta niha kavilên 40,969 avahîyan hatine rakirin.

Wî got ku wan bo mexdûrên erdhejê pere dane û dîyar kir ku ew alîkarî li gor hiqûqa mîratê hatiye belav kirin.

Li gor ragihandina Soylu li herêmên erdhejê heta niha 66,000 malên konteyner çêbûne.

Wezîrê Navxweyî dîyar kir ku ewê di demeke nêz de hejmara konteyneran rakin 100,000’î.

Rikeberîya Tirkîyê dîyar dike ku hikûmet li hember felaketa erdhejê têk çûye û rewşa mexdûrbûnê mezintir kiriye.

Hikûmet jî ser wan rexneyan dibêje ku erdhejên Mereşê felaketa mezin ya sedsalekê ne û bi tenê li hin cîhan kêmahîyên biçûk çêbûne.

XS
SM
MD
LG