Serkirdeyên Tirkiyê, Rûsya, Frensa û Almanya îro Şemiyê li Stenbolê kom dibin ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê, bi hêviya gihîştina bingehekê ji bo dawîanîna şerê heft salan ê Sûriyê.
Dijwariya sereke di vê kombûnê de ewe dabeşbûna serkirdeyan li dor serokê Sûriyê Beşar Esed.
Welatên Rojava Esed şermezar dikin li dor êrîşên bêciyawaz ên li ser sivîlan û Tirkiyê alîkariya serhildêran dike ji bo daxistina wî ji ser desthilatê.
Kombûna Stenbolê wê hewil bide zexmekê bide agirbesta parêzgeha Idlibê ji bo proseya aştiyê li Sûriyê.
Di vê kombûnê de, serokê Tirkiyê mêvandariya serokê Rûsya Vladimir Putin, rawêjkara Almanî Angela Merkel û serokê Frensa Emmanuel Macron dike.
Ji bilî doseya Idlibê, alîkariyên mirovahî û amadekariyên nivîsîna destûreka nû ji bo Sûriyê di ecindeya kombûnê de ne.
Armanca dawiya vê kombûnê ewe çareseriyeke siyasî ku wê rê veke ji bo vegera bi milyonan penaberên Sûrî bo cih û malên xwe.
Ev kombûn tê di demekê de ku Tirkiyê pilan dike operasyoneke din, li dijî hêzên Kurdî ku Amerîka li bakurê Sûriyê piştgiriya wan dike, bi rêve bibe.