Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Bang li Swêd Dike Şewitandina Quranê Rawestîne


Li gor jêderekî Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku Tirkîyê Hakan Fîdan roja Yekşemê daxwaz ji Swêdê kiriye ku ji bo astengkirina şewitandina Quranê gavên berbiçav bavêje.

Fîdan di peywendiyeke telefonî de, ji hevtayê xwe yê Swêdî Tobias Billstrom re gotiye ku di bin navê azadîya derbirînê de berdewamkirina van "çalakiyên xirab" nayê qebûlkirin.

Heman çavkanî destnîşan kiriye ku Fîdan û Billstrom herwiha li ser serlêdana Swêdê ya bo endamtîya NATO’y yê jî axifîne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG