Nûnerên Tirkîye, Swêd û Fînlandîya îro Pêncşemê di civînekê de qayil bûn ku ser daxwazên welatên bakurî yên bo endamtîya li NATO pirtir danûstandinan bikin.
Seba Swêd û Fînlandîya bibin endamên NATO divê 30 endamên hevpeymanîyê wan bi yekdengî bipejirînin, lê Tirkîye û Macaristanê daxwazên her du dewletan nepejirandine.
Bi taybetî Tirkîye dijî endamtîyê Swêdê nerazîbûnê nîşan dide.
Tirkîye dibêje ku Swêd bo komên terorîst mazuvanîyê dike û dixwaze ku kesên di wan koman de, ku bi piranî Kurd in, ji welêt derxîne.
NATO, piştî civîna sêalî ya Swêd, Fînlandîya û Tirkîyê ragihand ku her sê dewlet ser Enqerê danûstandin kirine.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg, piştî civînên bi tifaqê dîyar kir ku her sê dewlet li hev kiriye ku pejirandina endamtîyên Swêd û Fînlandîya wê kêrî her sê dewletan were û wê hêza tifaqê hîn xurt bike.
Şandeyeke Macaristanê jî ser daxwazên Swêd û Fînlandîya serdana her du dewletan kir, lê karbidestên wî welatî dibêjin her çiqas hêvî heye jî hîn ne zelal e ku ewê endamtîyên wan bipejirînin yan ne.
Jêder: AFP