Wezareta Derve ya Tirkîyê, Balyozê Enqerê yê Swîsrê Jean Daniel Ruch vexwend wezaretê.
Medyaya Tirkîyê dîyar dike ku balyoz jibo protestoyeke li Zurîhê hatiye vexwendin.
Li gor medyaya Swîsreyê roja Çarşemê li Zurîhê dijî Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan çalakîyek li dar ket.
Di vê çalakîya femnîst de maketeke Erdogan jî hatibû şewitandin.
Cîgirê Serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Omer Çelîk ser çalakîyê alîgirên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) tawanbar kir.
Çelîk got ku ew Swîsreyê jiber ku rê daye bûyereke wisa bi tundî şermezar dikin.
Wî bang li Swîsreyê kir ku dijî tawanên nefretê û terorê bi baldarî tevbigere.
Jêder: NTV