Wezareta Berevanî ya Tirkiyê roja Şemiyê ragihand ku, 3 leşkerên Tirkiyê li başûrê rojhilatê Tirkiyê di encama teqîna bombekê li ser sînorê Sûriyê hatine kuştin.
Wezaretê got ku bûyer li bajarokê Akcakalê yê girêdayî parêzgeha Şanliurfayê piştî bombeyadest çêkirî "ji aliyê terorîstan ve hat teqandin" çêbû, lê agahiyên zêdetir nedan.
Her çende wezaretê rêxistinek bi nav tawanbar nekiribe jî, îhtîmal e ku behsê çekdarên Kurd dikir.
Enqere çendîn operasyon dest pê kirine li hundirê Tirkiyê, li Iraq û Sûriyê li dijî çekdarên Kurd yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yan yên bi wan ve girêdayî pêkanîne.
Jêder: AFP