Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Trikîyê Manoreka Leşkerî li Nêzîkî Sînorê Sûrîyê Encam Dide


Artêşa Trikîyê Manoreka Leşkerî li Nêzîkî Sînorê Sûrîyê Encam Dide

Li gor malpera Artêşa Tirkîyê, Arteş wê manoreka leşkerî li nêzîkî sînorê Sûrîyê encam bide.

Artêşê roja Sêşembî ragihand ku ew manor li herêma Hatay dihête encamdan, ku herî kêm 7,000 mişextên Sûrî jiber hêrişên hêzên Serokê Sûrî Beşar El Esed revîne wê herêmê.

Manora leşkerê li roja 5’ê vê mehê destpê dike û heta roja 13’ê vê mehê berdewam dibe.

Dibe ku Serokwezîrê Tirkîyê her li dema birêveçûna manora leşkerî, serdana kampên mişextên Sûrî li Hatay bike.

Hikûmeta Tirkîyê embargoya çekan li dijî rejîma Sûrî ragihandiye. Çaverê dihête kirin li demê serdana Erdoganî bo Hatay, Tirkîye cezayên nû li dijî Şamê rabigihîne.

XS
SM
MD
LG