Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vahap Coşkun: Amerîka Naxwaze Tirkîyê Destdirêjîya Kurdên Sûriyê Bike


Hin şervanên YPGê li Rojavayê bajarê Kobaniyê
Hin şervanên YPGê li Rojavayê bajarê Kobaniyê

Rawêjkarê Ewlekariya Niştimanî ya Amerîka John Bolton berî hatina Tirkîyê, ser serdan wî li Tirkîyê jî gengeşî destpêkirin.

Rayedarên Tirkîyê hatina John Bolton bi awayekî hayjixwe lê dinhêrin. Lê hatina wî hêlekê de girîng dibînin û hêla din de jî bi fikar temaşe dikin.

Akademîsyen Doç. Dr. Vahap Coşkun, bi fikar temaşekirina Tirkîyê dema dinîrxîne dibêje hin daxwazên Tirkîyê ji Amerîkayê bûye, wek alîkarîya leşkerî û vekirina rêya hewayê ji bo axa Sûrîyê.

Doç. Dr. Coşkun dibêje Amerîkayê ev daxwazên Tirkîyê pejirandîye lê ji Tirkîyê jî daxwazek kirî ye ew jî Tirkîye destdirêjîya heremê Kurdan neke.

Vahap Coşkun, hatina Rawêjkarê Ewlekarîya Niştimanî ya Amerîkayê John Bolton gelek girîng dibîne û dibêje ev meselayana hemû wên bên ser mêzê lê çareserkirin ew qas jî asan nîne:

“Armanca Tirkîyê ewe ku li herêmê Kurdan de mudaxeleyî PYD kirine. Heke mudaxale neke wê gavê Tirkîye wê bêje ez çima operasyon bikim, eva pirsa yekem e. Pirsa duyem jî ewe ku heke destur bigre jî disa ewqas asan nîne. Ji ber ku 300 kîlo metre dê têkeve nav axa Sûrîyê.”

Coşkun van tiştan pir jî asan nabîne û dibêje heke Amerîka destur bide jî hin hêzên din dibe ku astengî derxin:

“Dema tiştekî wiha bibe Sûrîye, Rusya û Îran wê çî bêje. Vana tevahî pirsên mezinin û ewqas jî asa nînin. Ji bona wî jî Tirkîye di van alîyan de jî nav fikarada ye. Piştî hatina John Bolton dê van pirs û fikaran tevahî bên ser mêzê.”

Raporta Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:55 0:00

XS
SM
MD
LG