Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmarek Serbazên Tirkiyê li Idliba Sûriyê Birîndar Dibin


Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ragihand ku hejmarek serbazên Tirkiyê li parêzgeha Idlib a bakurê Sûriyê birîndar bûn di encama topbarana karwanekî Tirkiyê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve.

Di çend hefteyên borî de, Tirkiyê bi hezaran hêz şandine Idlibê, piştî destpêkirina operasyona leşkerî ya hêzên hikûmeta Sûriyê li wir, ku Tirkiyê dibêje ew bûye sedema reva xelkê sivîl ê Idlibê ber bi sînor wê ve.

Ji dema destpêkirina derbasbûna hêzên Tirkiyê bo Idlibê ve, 16 serbazên Tirkiyê hatine kuştin û girjî li wir gurtir bûne.

Çavdêriyê gor karwanê leşkerî yê Tirkiyê, ku ji dora 65 erebeyên leşkerî pêk hatibû, îro Yekşemê derbasî herêma Cebel el-Zawiye bû, berî ku rastî topbarana hêzên Sûriyê û êrîşên esmanî yên Rûsya bibe.

Rûsya û Tirkiyê ku li Sûriyê piştgiriya du aliyê dijber dikine, di hewildana têgihiştinekê de li dor Idlibê têkçûn.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan soz daye ku êrîşa hêzên Sûriyê li wir rawestîne.

Çavdêriyê got ji roja 2 yê vê mehê ve, dora 2,765 erebeyên leşkerî yên Tirkiyê û 7,600 serbazên wê derbasî bakurê Sûriyê bûne.

XS
SM
MD
LG