Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Pêvajoyên Dawî li Bakur û Rojhilata Sûriyê


Operasyona leşkerî ya Tirkiyê li bakur û rojhilata Sûriyê berdewam e û Tirkiyê dibêje hêzên wê û yên opozisyona Sûrî niha 1,000 kîlometrên çargoşe kontrol dikin.

Neteweyên Yekgirtî dibêje 160,000 sivîl li wan navçeyan bêşûnûwar bûne û pêwîstî bi alîkariyê hene.

Berpirsên Frensî dibêjin axaftin di navbera Frensa û Amerîka de dibin ji bo ku rê li Daişê bigrin da careke din xwe kome ser hev nekin.

Hêzên Amerîkî ji bajarê Minbijê derketin û hêzên hikûmeta Sûriyê şûna wan digrin.

Ev pêşketin û gelek pêşketinên din li dor herêma bakur û rojhilata Sûriyê hemî di nava hefteyekê de bûn, piştî biryara serokê Amerîka Donald Trump a vekişîna ji wê herêmê.

Gelo hewldanên navnetewî dikarin operasyona Tirkiyê rawestînin? Tirkiyê çiqas biryarbir e ku vê operasyonê bibe serî?

Derbasbûna hêzên hikûmeta Sûriyê bo wan herêman çiqas dikare rewşê aram bike?

Çarenûsa hêzên Kurdên Sûriyê çi ye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Gêlo Îsa, endamê serkirdeyetiya Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî ku li Kobaniyê dimîne û parêzer Imran Mensûr ku li Frensa dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 15/10/2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:32:20 0:00


XS
SM
MD
LG