Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Tirkîye Çi Pêwîst be Dê bo Ewlehîya Xwe Bike  


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Çarşemê piştî îdîayên ku hêza Kurd YPG êrîşê Tirkiyê dike, got “Tirkîye wê çi pêwîst be bo ewlehîya xwe bike.”

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan jî roja Dûşemê gotibû ku bi kuştina du polîsên Tirk li bakurê Sûrîyê êdî sebra Tirkîyê nemaye ku Tirkîye bi biryarê hemû gefên ku ji bakurê Sûrîye tê rawestînin.

Enqere ji ber kuştina du polîsan YPG ya ku Amerîka piştgirîya wê dike, tawanbar dike.

Tirkîye îdîa dike û dibêje ew du polîs roja Yekşemê li bakurê Sûrîyê li herêma Azaz bi mûşekên ku YPG avêtibûn hatin kuştin. Enqere herwiha îdîa dike ku roja Duşemê ji herêmên di bin kontrola YPGê de ber bi herêma Karkamis ya li başurê Tirkîyê top hatine avetin.

Çavuşoglu li Enqerê di preskonferansekê de got ku Amerîka û Rûsya sozên xwe bicîh ne anîne ku gotibûn wê YPG'ê ji herêmên sînorî dûr bixin.

XS
SM
MD
LG