Şêwirmendê Serokomariya Tirkiyê, Îbrahîm Kalin, roja Şemiyê piştrast kir ku destpêkirina operasyoneke leşkerî ya bejayî li Sûriyê "di her kêlîlkê de mimkun e".
Kalin ji gelek medyayên biyanî, di nav de Ajansa France Press re got, "Em piştgiriya pêvajoya siyasî didomînin."
Wî got, "Lê belê, operasyoneke bejayî her dem mimkun e, li gor asta gefên ku hatine wergirtin."
Wî li ser îhtîmala civîneke nû di navbera wezîrên berevaniyê yên Tirkiyê û Sûriyê de, berî civîna dahatî ya di naverasta meha Şibatê ya navbera wezîrên karên derve yên her du welatan de axivî.
Her wiha behsa hebûna hêzên Kurdî li ser xaka Sûriyê kir û got: “Em ewlehiya sînorên xwe dixwazin.”
Kalin her wiha got, "Em ti carî (berjewendiyên) dewleta Sûriyê û sivîlên Sûriyê nakin armanc."
Lê wî bal kişand ser wê yekê ku garantiyên ewlehiyê yên ku Rûsya û Amerîkayê piştî operasyona dawî ya Tirkiyê li Sûriyê di sala 2019an de soz dabûn, "pêbend nebûne" û şervanên kurd weke ku soz dabûn 30 kîlometran ji sînor venekişiyan.
Ji sala 2016an ve, piştî sê operasyonên leşkerî li dijî şervanên Kurd, hêzên Tirkiyê û grûpên alîgirên wê yên Sûriyê, navçeyeke berfireh a sînorî li bakurê Sûriyê kontrol kirine.
Çavkanî: Alhurra