Lînkên eksesibilîtî

Tirkiyê Hebûna Xwe ya Leşkerî li Ser Sînorê Efrînê Bêhêz Dike


Ajansên Tirkiyê yên nûçeyan dibêjin Tirkiyê hebûna xwe ya leşkerî zêde kiriyê li dirêjiya sînorê xwe yê li gel Efrînê dijî gefên çekdarên Kurd li bakurê Sûriyê.

Ajansa fermî ya nûçeyan Anadol, îro şemiyê got Tirkiyê topavêjên xwe şandin parêzgeha Kilis ji bo piştgiriya yekeneyên xwe li wir.

Karwanê şeş erebeyên tank û topavêjan, dê li dirêjiya sînorê bi herêma Efrînê re cih bigrin, li gor ajansa taybet a nûçeyan Dogan.

Tirkiyê bi tundî li dijî hebûna Yekîneyên Parastina Gel YPGê ye li bakurê Sûriyê. Ew YPGê wek hêzeke terorîst û girêdayî Partiya Karkerên Kurdistan PKKê dide nasîn.

Hêjayî gotinê ye, dawiya meha Nîsanê Tirkiyê yekîneyên xwe yên leşkerî li parêzgeha Orfa belav kirin li beramber herêmnên din ên bakurê Sûriyê ku di bin kontrola YPGê de ne.

XS
SM
MD
LG