Tirkîyê roja Yekşemê ragihand ku wê li bakurê Sûrîyê 23 çekdarên Kurd kuştine, di êrîşên esmanî yên berdewam de li ser şervanên Kurd ku ji dema Serokê Amerîka Donald Trump meha borî dest bi kar kiriye ve jî, didomin.
Wezareta berevanîyê ya Tirkîyê got ku çekdarên ku hatine kuştin “endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ya der qanûnî ne.”
Piranîya bakurê Sûrîyê di destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de ye ku pêşengîya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike û di şerê dijî koma tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) hevbenda sereke ya Amerîka ye.
Enqere PKK'ê weke rêxistineke terorê pênase kiriye, hevdem welatên Rojava û Amerîkayê jî.
Tirkîye YPG, HSD û PKK’ê wek hev dibîne, lê Amerîka wan wek komên cuda dibîne, ku PKK’ê wek komek terorê pênase kiriye, lê YPG û HSD wek hevbendên xwe yên sereke li Sûrîyê bi nav dike.
Washington ser HSD dibêje ku di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevbendeke girîng e û dîyar dike ku ewê hevbendîya xwe ya bi wê re bidomîne.
Tirkîyê demek dirêj e bang li Washingtonê dike ku piştgîrîya bi HSD re rawestîne û hêvîyan dîyar dike ku wê Trump siyaseta rêvebirîya berê ya Joe Biden, hevkarîya bi HSD’rê biguherîne.
Li bakurê Sûrîyê bi hezaran leşkerên Tirkîyê hene û herwiha Enqere li wir piştgirîya komên çekdar yên cihadî dike, ku şerê dijî HSD dikin.
Ji têkçûna rejîma Esed ya 8’ê Berfanbarê ve, Tirkîyê û komên çekdar yên bi piştgirîya Tirkîyê, şerê dijî HSD’ê tund kirine, bi taybet li heremên Minbic, û derdora bendava Tîşrînê.
Di bin rêvebirîya Biden de, li bakurê Sûrîyê 2000 leşerên Amerîkî li gel HSD û YPG’ê dijî DAIŞ’ê şer dikin.
Jêder: Reuters