Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar dîyar kir ku piştî erdhejên Mereşê yên 6’ê Sibatê nêzî 60 hezar Sûrî vegerîne welatê xwe.
Akar dîyar kir ku tê îdia kirin ku Sûrî ji sînor bi awayekî ne qanûnî derbazî Tirkîyê dibin, lê got got ku ew bi ti awayî ne rast in.
‘’Sînorên me 7 rojan 24 saetan bi teknolojîya bilind bi roj û şev têne parastin.’’
Akar bi berdewamî got ku ew bo parastina sînoran çi ji dest wan tê dikin.
Akar îdia kir ku piştî erdhejê hin kesan xwestine ku bi gotinên şaş ser berevanîya sînoran nîqaşan çêkin.
Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê dîyar kir ku Sûrîyên vegerîne welatê xwe bi dildarî çûne.
Jêder: DHA