Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Batmanê Jin û Mêrekî Xwe Dikujin


Enwer Demir

Elvan û Enwer Demir ku binemal ji Hezzo (Kozluk) Batmanê ne, roja Pêşemê li bajarê Stembolê xwe kuştin.

Meytê ciwanan şeva înê li gundê Hezzoyê hate binaxkirin.

Li pişt Elwan û Enwer, keça wan a 1,5 salî sêwî ma.

Li gorî zanayarîyan, Elwan û Enwer Demir, ji hevdû heskirine û di îlona 2018an de li Hezzoyêzewicîne. Piştî zewacê jibo kar mala xwe dibin bajarê Stembolê.

Digel ku Elwan, li zanîngeha Uşakê du salan beşa muhasebeyê xwendîye jî, jibr ku keça wan çêdibe ew nikare karek bike û Enwer debara malê dike û di kompaniyên tekstîl an dirûtina kinc û bergan de dişixule.
Lê ku di adara 2020an de li Tirkiye tedbîrên pandemîya Covid 19 destpêkirin, gelek kompanî û kargeh xebatakaran jikar derxistin ku yek ji wan jî Enwer bûye.

Enwer demek li ba xizmek xwe di montaja klimayan de jî kar dike lê ev kar jî pir zêde dewam nake.

Debara jîyanê jinûmêrê ciwan dike tengasiyek mezin. Gelek caran malbatê wan alîkarîya diravî jî dike lê bêçaretî û tunebûna dijîn berê herdûyan dike mirinê.

Parlamenterê HDPê yê Batmanê Necdet îpekyuz jî beşdarê oxirikirina herdû ciwanan bû û jibo Dengê Amerîka behsa vê bûyera xemgîn kir.

Ew dide xuyakirin dema pandemiyê de bi milyonan mirov bêkar man. Herwiha balê dide ser şert û mercên bajarê kurdan ku jiber ku derfeta kar û şuxlê nîne ciwanên Kurd mecbûrî berê xwe dikin metropolan.

Hun dikarin agahîyên zêdetir fayla deng gohdar bikin

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:05 0:00


XS
SM
MD
LG