Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Du Parêzerên Kurd Hêjayî Xelata Trarieux Tên Dîtin


Xelata Mafên Mirovan a Navneteweyî ya Ludovic Trarieux, parêzer Ebru Tîmtîk a ku bi daxwaza “darizandina dadyane” jîyana xwe ji dest dabû û xwişka wê parêzer Barkin Tîmtîk a ku hej di zindanê de ye hêjayî vê xelatê dîtin.

Ev xelat jibo parêzer an jî baroyên ku xebatên mafên mirovan diparêzin, xebatan jibo serwerîya hiqûqê dikin an jî dijî nijadperestîyê li ber xwe didin tê dayîn.

Serokê Komala Hiqûqzanên Nûjen (ÇHD) yê Şaxa Îstenbul’ê Gokmen Yeşîl dîyar dike ku "li Tirkîyê ev demeke dirêje binpêkirina mafên mirovan li asteke jor de ye."

Wî got:

“Li Tirkîye dijî parezeran, ku parastvanên herî giring yên mafên mirovan in zextên mezin û terora binçavkirinê heye. Mixabin jiber van pirsgirêkan Ebru Tîmtîk jîyana xwe ji dest da. Ev xelat jibo tekoşîna ked, tekoşîna mafên mirovan ya li Tirkîyê û tekoşîna azadîya gel ê Kurd girîng û watedar e.”

Yeşîl bal kişand ser daxwaza “darizandina dadyane” ya Ebru Tîmtîk jî û got ku, “Li Tirkîye li ser navê hiqûqê tişteke tuneye.

“Dijî serokê Dadgeha Bingehîn ji alîyê wezîrê navxweyî ve gefên li ser girtina wî têne xwarin. Rewşeke wiha de ne pêkan e ku mirov behsa maf û azadîyên bingehîn yên gel bike. Tîmtîk di rewşeke wiha de hat kuştin. Ev jî rewşa Tirkîyê dide ber çavan.” Wî got.

Ev xelat ji sala 1984’an û vir ve li ser navê Ludovic Trarieux tê dayîn ku yek ji parêzerên Doza Dreyfus bû. Cara yekê rêberê Efrîqayî Nelson Mandela hêjayî xelatê hatîbû dîtin. Herwiha îsal sîyasetvan Prz. Selahattîn Demîrtaş û Prz. Eren Keskîn wek namzed hatîbûn nişandan ku ev her du parezerên Kurd bi xebatên mafên mirovan û dozên giring yên Tirkîyê têne nasîn.

Hêjayî birxistinê ye ku Ebru Tîmtîk di roja 238’an ya di rojîya mirinê de jîyana xwe ji dest dabû û xwîşka wê Barkin Tîmtîk jî bi tawana “Avakirina rêxistina terorê” li zîndanê tê girtin. Dadgeheke Tirk, Adar’a 2019’an de 18 sal 9 meh li Barkin Tîmtîk birîbû.

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00


XS
SM
MD
LG