Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu: TUÎK Statîstîkên Rast Vedişêre


Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu

Desteya Statîstîka Tirkiyê (TUÎK) her meh li ser enflasyon û aborîya Tirkiyê statîstîkan diweşîne.

Statîstîkên TUÎK’ê ji alîyê opozîsyona ve bi tundî tê rexnekirin û opozîsyon van rêjeyên ku tê weşandin wek hejmarên şewşandî radigihîne. Ev bawerîya opozîsyonê di nav gel de jî cîyekî girîng digre.

Li ser vê, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jibo ku serdana Desteya Statîstîka Tirkiyê bike randevû daxwaz kir. TUÎK’ê randevû neda Kiliçdaroglu. Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu jî di hesabê xwe yê Twitter de wiha nivîsî, “Min ji TUÎK’ê randevû xwast, neda. Ez jî saat di 11:00’an de têm, bila agahîya we hebe.”

Li ser vî jî Kiliçdaroglu bê randevû çû TUÎK’ê, lê derkên baxçên TUÎK’ê li ser Kiliçdaroglu hatin girtin. Li ber vî jî Kiliçdaroglu li pêşîya derîyê TUÎK’ê daxûyanî da û ev helwesta TUÎK li vir wiha rexne kir:

“TUÎK, ango Desteya Statîstîka Tirkiyê ji sazîya dewletê derketîye bûye sazîyeke qesrê. Ev der êdî sazîyeke dewletê nîn e. Hevalên ku di TUÎK’ê de dixebitin hun hemû vîya ji bîr nekin.Hûn hemû girêdayî zagona karmendê dewletê ne. Karmendê qesrê cûda karmendê dewletê cûda ne. Ez bangî karmendê dewletê dikim, karê xwe rast bikin.”

Avahiya TUÎKê
Avahiya TUÎKê

Enflasyona Tirkiyê ya meha Mijadrê 2021’an TUÎK’ê sedan 19,82 eşkere kiribû. Serokatîya Bûtçe û Stratejîyê ya Serokomarîya Komara Tirkiyê jî ragihand ku çaryeka sêyemînde mezinbûna Tirkiye sedan 7,4 e.

Ev reqem her çiqas bi awayekî fermî bên weşandin jî opozîyon dibêje rêjeya enflasyonê ser sedan 50 ye û ji mezinbûna Tirkiyê jî bawer nakin.

Kiliçdaroglu, li ber TUÎK’ê li ser vî jî sekinî û armanca çalakîya xwe wiha ragihand:

“Heke ez li hemberî vê tabloyê bêdeng bisekinim, wê gavê sîyasetê ez ji bo çi dikim. Heke ez mafên karkeran neparêzim, mafê karmenda neparêzim, mafên jikarketîyan neparêzim, wê gavê ez jibo çi sîyasetê dikim. Hatina min ya vê derê ev e. Hun reqeman biçûk nîşan didin, meyê ji wan bipirsîya hun van reweman ji kî derê, ji kê digrin. Cîyên ku hun diçin em jî biçin ka temaşa bikin.”

Li ser helwesta Kiliçdaroglu Alîkarê Serokê Serokomarîya Tirkiyê Fuat Oktay bertek nîşan da. Oktay got, “Sazîya dewletê cîyê bi destxistina ranta opozîsyonê nîne. Bi awayekî zordestî Kiliçdaroglu sazîyên Tirkiyê tehdît dike û jar dixîne. Ew xizmeta kê dike?”

Desteya Statîstîka Tirkiyê (TUÎK), Di dema Osmanîyan de di sala 1891 an de bi navê Encûmena Statîstîka Merkezî dest bi kar kiribû. Piştî damezirandina Komara Tirkiyê sala 1926 an bi navê Daîreya Statîstîka Merkezî karê xwe domand. Di sala 1962’yan virda jî bi navê Desteya Statîstîka Tirkiyê karê xwe dimeşîne. TUÎK desteyeka lêkolînê ye û bi Wezerata Malîyê û Xezîneyê ve girêdayî ye.

Raporta Deng/ Eyyûp Demîr
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:39 0:00


XS
SM
MD
LG