Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Riyaksîyona li Ser Pejirandina Komkujîya Ermenan Li Tirkîyê


Vahdettin ince
Vahdettin ince

Jenosayda Ermenan piştî ku li Senatoya Amerîkayê hate pejirandin li Tirkîyê bertek ser bertekan ve hatin.

Deshilatîya Tirkîyê ev biryara Senatoyê bi yek dengî şermezar kir. Wezîrê karên derve Mevlût Çavuşoglu, wezîrê partastinê Hulîsî Akar, wezîrê dadê Abdulhalûk Gul, berdevkê AKP Omer Çelik, serokê parlemanê Mustafa Şentop, berdevkê serokomarîyê Îbrahîm Kalin, bi yek dengî ev biryara Senatoyê Amerîkayê şermezar kir û di hukmê tûnetîyê de nîşan dan.

Opozîsyona Tirkîyê CHP, Partîya Baş û gelek partîyê din jî ev biryara Senatoyê rexne kirin û şermezar kirin. Lê rexnê opozîsyonê li ser desthilatîya Tirkîyê jî xwe dîyar kir û dane dîyarkirin ku sîyaseta desthilatîyê bingeha van encama durist kirîye.

Partîya Demokratîk ya Gelan, HDP jî bi daxûyanîyeke nîvîski dadîyarkirin ku, êşa ku li van axan derketîye holê pêwîste ku li van dera çareser bibe.

Li ser vê pejirandina komkujîya Ermenan damezirînerên Partîya Dahatû (Gelecek Partisi) nivîskar Vahdettîn Înce daxûyanîyeke taybet da Dengê Amerîkayê. Înce dîyar dike ku êşa Ermenan pêwîst dike ku em hemû dabeş bikin:

“Ermen û Kurd pê ve dijîyan. Sed sal berê kareseteke mezin bi serê wan ve hat. Nîzîkî mîlyon û nîv Ermen an hatin qirkirin an jî hatin koçkirin. Di vê demê de gelek Kurdan jî jiyana xwe ji dest da. Lê mixabîn ev mesele di nav dewletên kapîtalîst de wek eşyayeke, wek ensturumaneke sîyasî tête bikaranîn. Bi ya min eva tişteki rast nîn e.”

Ev biryara Senatoya Amerîkayê dê bandoreke çawa li ser Tirkîyê vede? Vahdettîn Înce dema vê pirsê dibersîvîne dibê wê bandoreke zêde neke:

“Bi ya min ev biryara Amerîkayê zêde tesîrek li ser Tirkîyê neke. Ji bo ku di demên rabirdû de nefsî biryar Rusyayê û gelek dewletên din jî girtibû. Lê bi awayekî dîtbarî li ser Tirkîyê encamek veneda. Ev biryar dibe ku bête gotûbêjkirin, lê ez bawer nakim zêde tesîra xwe li Tirkîyê bike.”

Raporta Deng/Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:18 0:00


XS
SM
MD
LG