Serokê Tirkiyê îro Şemiyê got dê welatê wî pereyên du berpirsên Amerîkî bicemidîne, wek tolvedan li ser cezayên Amerîka yên dijî wezîrên dadwerî û navxcweyî yên Tirkiyê.
Di axaftinekê de li Enqera serok Recp Tayyip Erdogan got Tirkiyê “sebir” kiribû dema wezareta xezîneya Amerîka ceza sepandin roja Çaerşemê, lê wî ferman da karbidestan ku pereyên wezîrên navxweyî û dadweriya Amerîka li Tirkiyê bicemidîne, eger hebin.
Ne diyare dê ev biryar bandorê bide ser kê, ji ber cudahiya rola wezîrên Amerîkî ji yên Tirkiyê, yan wan wezîran çi mal û milk li Tirkiyê hene.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu û yê Dadweriyê Abdulhamit Gul henekên xwe bi cezayên Amerîkî kirin û got wan çi mal û milk li Amerîka nînin.
Cezayên Amerka li dijî wezîrên Tirkiyê, ku hatine sepandin bi sedema girtina qeşeyê Amerîka Andrew Brunson ji aliyê Tirkiyê ve, bandoreka neyînî daye ser lîreya Tirkiyê.
ji bo guhdarîkirina li raporta Xecîcan Farqîn di vê derbarê de fayla deng veke