Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Rakêşanên Amerîka û Tirkiyê li Dor Kurdên Sûriyê


Serokê Amerîka Donald Trump di pêwendiyeke telefonî de ligel serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan careke din helwesta Washingtonê ya dijî êrîşkirina Kurdên Sûriyê da pêş.

Peyîvdara Koşka Spî Sarah Sanders di daxuyaniyekê de got ku Trump xemên Tirkiyê têdigihe û dixwaze ligel wê kar bike, lê ew naxwaze Tirkiyê êrîşî Kurdan û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bike.

Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî Joseph Dunford jî jibo berdewamkirina rawêjkariyanîro ligel serokerkanê Tirk kom dibe.

Tirkiyê dibêje her du serokan behsa avakirina herêmeke aram li bakurê Sûriyê kir ku wê ji grubên çekdar vala be.

Trump gefa cezayên aborî li Tirkiyê xweribû, eger êrîşî Kurdan bike û wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo jî gotibû ku helwesta Trump diyar dike ku Amerîka bi parastina hevalbendên xwe yên Kurd pêgir e .

Gelo berê rakêşanên Amerîka û Tirkiyê li dor Kurdên Sûriyê li ku ye?

Bandora gefên Amerîka li Tirkiyê çi ye?

Amerîka ta çi astê amade ye jibo Kurdên Sûriyê dijberiya Tirkiyê bike?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê: Serbest Sindî, şîrovekarê siyasî ku li Tirkiyê dimîne û rojnamevan Sulêman Gero ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin

Hest û Helwest
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:52 0:00

XS
SM
MD
LG