Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çawuşoglu Dibêje Divê Amerîka Gavên Rastîn Dijî YPG Bavêje


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawuşoglu
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çawuşoglu

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlut Çawuşoglu got welatê wî dixwaze Amerîka gavên rastîn bavêje ji bo vegerandina baweriyê di navbera wan herdû hevalbendên NATO de.

Ev gav, Çawuşoglu got, ewin qutkirina pêwendiyan li gel çekdarên Kurdên Sûriyê YPGê, rawestana çekdarkirina wan û kişandina çekên berê dayî wan û her wiha vekişîna wan ji bajarê Minbijê.

Li gor wezîr, rawêjkarê ewlekariya niştimanî ya Amerîka McMaster di telefonekê de li gel peyvdarê serokê Tirkiyê roja Înê piştrastkiribû ku Amerîka dê êdî çekan nede şervanên Kurd.

Çawuşoglu Amerîka rexne kir li dor şandina peyamên ciyawaz.

Wî got:

“serok tiştekî dibêje, Pentagon tiştekî din dibêje. Xelk hene, serebazên Amerîkî bi wan ve girêdayîne… YPGê li ser erdê ye û ew tiştekî din dibêjin.”

XS
SM
MD
LG