Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Komela Mafê Mirovan Kuştina Vedat Aydin Bîr Tîne


Komela Mafê Mirovan (IHD) 543 hefte ne, bi çalakiya 'Bila winda bên dîtin, kujer bên cezakirin' aqûbeta windayan ji dewletê dipirsin. Di çalakiya vê heftê de çîroka Vedat Aydin hat xwendin û ji rayedaran doza girtina kûjeran kirin.

Vedat Aydin, endamê Komela Mafê Mirovan bû û di sala 1990î de li Kongreya IHD de jiber gotara xwe ya bi Kurdî hat girtin.

Piştî çend mehan serbest hat berdan û di Hezîrana 1991'an de bû serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) yê bajarê Amedê.

Mehek piştî ku bû rêvebirê HEPê, di 5ê Tîrmeha 1991'an de çend kesên ku xwe weke polês dane naskirin, dibêjin ew Aydin dibin qereqolê jibo îfadeyê.

Di 7ê Tîrmehê de meytê wî li bin pira Madenê hat dîtin. Kuştina Vedat Aydin hê jî nahtiye ronîkirin.

Raporta Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:27 0:00

XS
SM
MD
LG