Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Hişyarîyê Dide Swêd û Fînlandayê Berî Erêkirina NATOyê Ya Endamtîya Wan


Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duhi Înê gote Serokê Hevbendiyê Jens Stoltenberg, Tirkiye bi fermî endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATOyê qebûl nake, heke her du welat gavên pêwîst nehavêjin.

Enqereyê her du welatên Îskandinavî bi dabînkirina penageheke ewle ji çekdarên Kurd yên derqanûnî re ku ew wek "terorîst" dihesibînin tawanbar kir û tevî rêkeftina di Hezîranê de, erêkirina endamtiya xwe ya NATOyê paşve kişand.

Serokatîya Tirkiyê got: "Serok Erdogan diyar kir ku gavên ku Swêd û Fînlandiyayê bihavêjin dê diyar bikin ka pêvajoya pejirandinê dê çiqas bilez biçe û kengê biqede."

Erdogan û Stoltenberg li Stenbolê hevdîtineke taybet li dar xistin ku ji çapemeniyê re girtî bû.

Fînlandiya û Swêd di meha Gulanê de, piştî ku Rûsyayê Ukrayna dagir kirî, ji bêalîtîya leşkerî ya bi dehsalan dûr ketin û hewl dan ku bibin endamên NATOyê.

Lê Erdogan gefa astengkirina daxwazên wan dike. Di meha Hezîranê de di navbera Tirkiye, Fînlandiya û Swêdê de lihevkirinek pêk hatibû ku tê de şertên radestkirina kesan û parvekirina agahiyan tê de hene.

Serokwezîrê nû yê Swêdê Ulf Kristersson dê roja Sêşemê serdana Enqerê bike û digel Erdogan bicive û Stockholm hêvî dike ku ev geşt bibe sedema erêkirina Tirkiyê.

Hevalbendiya NATOyê roja Înê di daxuyaniyekê de got Stoltenberg "pêşwazî li gavên girîng û berbiçav kir yên ku ji alîyê her du welatan ve ji bo pêkanîna memorandumê di pratîkê de hatine havêtin, û tekez kir ku endambûna wan dê NATOyê bihêztir bike".

Sekreterê Giştî yê NATOyê roja Pêncşemê di preskonferansekê da ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê got ku endambûna Fînlandiya û Swêdê "ji bo şandina peyameke zelal bo Rûsyayê girîng e ".

Ji bilî Tirkiyê û Macarîstanê her 30 welatên endamên NATOyê tevlîbûna Swêd û Fînlandiyayê erê kirine.

Endamên nû yên hevalbendîya NATOyê pêwistî bi pejirandina yekdengîyê heye.

XS
SM
MD
LG