Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêkolîn: Li Tirkiyê Hilbijêrên Gênc Dixwazin Dengê Xwe Bidin Jinan


Komeleya Ez Hildibjêrim, seba ku di nav sîyasetê de hêz û hebûna jina bêtir zêde bike li Enqerê li Hotela Ambassadore civînek bi navê “Li Tirkiyê Rewşa Jinên Sîyasetmedar û Lêkolîna Bendewarîyê” çêkir.

Di kombûna komeleyê de hate dîyarkirin ku êdî jin, ciwan û gel dixwazin ku dengê jina di nav sîyasetê de zêdebe.

Seroka Desteya Rêvebirinê Nîlden Bayazit di civînê de axaftine kir û got:

“Rewşa sîyasetmedarên jinê û bendewarîya wan ji hev û din gelek cûdane. Em dixwazin ku hêvîyê wan û vê rewşê nêzîkî hev û din bikin.”

Komeleya Ez Hildibjiêrîm bi awayekî resmî Gulana 2022’yan de hate damezirandin. Komele dixwaze ku xêndî partîyên sîyasî li ser sîyasetê bibin komeke zextê û hejmarê jina di nav sîyasetê de bikaribin zêde bikin.

Di civînê de jî armanca vê komeleyê wiha hate dîyarkirin:

“Em hildibijêrin, seba vî jî em dixwazin ku nimandin û beşdarbûna jina di her warî de xwe dîyar bike, bi taybet jî di nav sîyasetê de. Em dixwazin di vî warî de wekhevîyeke di navbera jin û mêran de durist bikin. Di nav civakê de û di her warî de em dixwazin dengê jina bilinttir bikin.”

Xêndî Seroka Desteya Rêvebirinê ya Komeleya Ez Hildibijêrim Bayazit. Endamê vê komeleyê Prof. Dr. Bînnaz Toprak, Xudanê Lêkolîna KONDA’yê Bekîr Agirdir jî beşdar bû. Di civînê de Agirdir hin lêkolînê ku çêkiribû jî dabeş kir.

Li gorî van lêkolînan kesên ku dixwazin di nav rêvebera de hejmara jina zêde be rêjeya wan sedan 73 ye.

Hevserokatî ana bes di nav HDP’ê de heye. Li gorî vê lêkolînê kesên ku dixwazin di nav partîyên din de jî bila hevserokatî hebe rêjeya wan sedan 56 in.

Li hemberî jinan hin cûdatîyê pozîtîf jî hatine pirsîn. Di nav vanan de sedan 61 dixwazin ku di nav partîyên sîyasî de kotaya jina hebe.

Xudanê Lêkolîna KONDA’yê Agirdir, encama ku ji lêkolînê derketîye jî wiha rave kir:

“Îro seba jinan di nav partîyên sîyasî de danîna kotayê, bi tena serê xwe nayê wateya wekhevîya jin û mêran. Di vî warî de pêwîstî bi gorandina tevahîya vênê heye.”

Partîyên ku li Tirkiyê hene; di nav HDP’ê de li ber hevserokatîyê jinek serok e û yek jî Seroka Partîya Baş jin e, lê li Tirkiyê nêzîkî 130 partî hene û serokê van partîya hemû mêr in.

Li gorî lêkolînê di nav jinan de jî sedan 44 dixwazin ku rola jinê derkeve pêş, lê di nav mêran de sedan 37 naxwazin ku di vî warî de jin derkevin pêş.

Sedan 80 hilbijêrên CHP, HDP û Partîya Baş dixwazin ku di nav sîyasetê de jin bêtir zêdebin. Di nav hilbijêrên AKP de dixwazin sedan 65 mêr û sedan 45 jî jin di nav sîyasetê de cî bigrin. Hilbijêrên MHP’ê de jî nêzîkî hilbijarên AKP’ê tabloyek dîyar dikin.

ED_24_09_2022_Jin_Sîyaset_Beşdarbûn.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00

XS
SM
MD
LG