Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Di Cotmehê De Li Tirkiyê 37 Jin Hatine Kuştin


Di meha Cotmeh 2021 an de li Tirkiyê 37 jin hatine kuştin.

Platforma Rawestandina Kuştinên Jinê her meh bîlançoya kuştin û tundîya ser jînê diweşîne. Li gorî daneyên paltformê di meha Cotmehê de 18 jin ji alîyê zilaman ve hatine kuştin û 19 jin jî bişik kuştî hatîne dîtin.

Di nav 18 jinî de 11 jin ji alîyê jilamê xwe, 3 jin ji alîyê berdilê xwe, 1 jin ji alîyê kurê xwe, 1 jin ji alîyê mêrê xwe yê berê, 1 jin jî ji alîyê xizmê xwe ve hatîye kuştin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran li Navenda Giştî ya HDP’ê civînek lidarxist û kuştin û tundîya ser jina nîrxand.

Ayşe Acar Başaran
Ayşe Acar Başaran

Başaran ragihand ku li ser tunî û kiştina jina ji alîyê sazîyên fermî û rayedaran ve statîstîkên net nîne. Li ber vî jî Başaran di vî warî de statîstîkên ku li ser çapemenîyê hatine weşandin ragihand û wiha got:

“Di rojeva Tirkiyê de babetên hergavî kuştin û tundîya ser jinê ye. Di vî warî de ne sazî û ne jî rayedaran statîstîkên net neweşandine. Li gorî daneyên ser çapemenîyê di meha Cotmehê de 22 jin û 2 zarok hatine kuştin. Dîsa 58 jin rastî tundîyê hatine, li ser 49 zarok û 280 jinî de jî destdirêjî hatîye çêkirin.”

Başaran li ser cezayên ku tên dayîn jî rawestîya û hiqûqa Tirkiyê wek hiqûqa mêran pênase kir û ragihand ku hiqûq jina naparêzê herî zêde zilama diparêze. Başaran di vî warî de jî qisên xwe wiha domanand:

“Sala çûyî ji alîyê Cemal Metîn Avci ve Pinar Gultekîn hatibû kuştin. Hefta çûyî li Muglayê doza Gultekîn dihat dîtin. Saleke zêdetire ku doz nayê dawîkirin û hê kiryar ceza negirtîye. Lê mixabîn ev daraz di derheqê dîya Pinar Gultekîn Şefîka Gultekîn de lêpirsîn vekirîye. Wek nimûnekî din di derheqê Berdevka Dewra TJA’yê Ayşe Gokhan de 30 sal ceza hate dayîn, ku di ser girtina wê de hê salek neborîye. Ev hiqûqa zilama jibo jina zû jibo zilama jî dereng dikare biryar bide.”

Destdirêjîyên ku li herêma Kurdan tên çêkirin jî di rojeva Başaran de bû. Başaran ragihand ku li Wan’ê li Batmanê li Culemêrgê û gelek cîyên din jî destdirêjîyên ku ji alîyê erkdarên dewletê ve hatine çêkinin an ser wan tê girtin an jî kiryar bê ceza dimînin.

Raporta Deng/Eyyûp Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00



XS
SM
MD
LG