Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Çima Hejmara Kuştina Jinan Her Sal Zêde Dibe?


IHD Diyarbakir
IHD Diyarbakir

Komela Mafê Mirovan ya Şaxê Amedê rapora salê ya li ser tundûtîja li ser jinan ragihand.

Li gor raporê ji 1’ê Mijdara 2022’yan heta 1’ê Mijdara 2023’yan li rojhilat û başûrê rojhilata Tirkîyê, ango li bajarê Kurdan 37 jin di encama tundûtîja navmalbatî de hatin kuştin.

Di alîye dinê ve mirina 34 jinan bi gûman e.

Di nav salekê de li bajarê Kurdan 7 jin jî xwe kuştin. 8 jin jî di encama tundûtûjîya civakî hatin kuştin. Di van bûyeran de 16 jin jî birîndar bûn.

Li gor ‘Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînîn (KCDP)’ di nava salekê de li Tirkîye 357 jin hatin kuştin. Li gor daneyên vê malperê di nav 15 salan da hejmar jinên ku hatin kuştin 6374 e.

Asli Pasînlî '' Zilam pişta xwe ji polîtîqayên desthilatîyê distîne lewma dema jinek telaqa xwe dixwaze tê kuştin''

Parêzvana Mafê Jinan û Rêvebira Komela Piştevanîya Mafê Jinan (DAKAH-DER) li Amedê, parêzer Asli Pasînlî sedemên serekî ji Dengê Amerîka re nîrxandin.

Wê got ku bi salan e gelek hewildan û polîtîqa hene ku newekhevîya jin û zilaman zêdetir dike. Piştî ku Tirkîye di sala 2011’an de Peymana Stenbolê îmza kirîye, di bin banê parlamenê da komîsyoneke bi Xurtkirina Sazîya Malbatê û Lêkolîna ser Zêdebûna Berdanê ye.

''Ev komîsyon bi salan kongreyan çêkir û zêdebûna hevdûberdana jin û zilaman weke pirsgirêk nîşan da. Xebat û hewildanên vê komîsyonê hêdî hêdî bingehek çêkir ku li hember Peymana Stenbolê dijayetîyek çêbe.''

Pasînlî dîyar kir bi rêya medyayê jî gelek têgîştinên xelet yên di renge spekulasyonê de hatin belav kirin, wekî ku jin jibo nefeqê dest ji zilamê xwe berdidin.

''Di alîyek din de jî dijayetî jibo LGBTİ+yan jî jixwe re kirin armanc û li ser vê mijarê li hember peymanê nerazîbûnan geş kirin. Lê, em dizanin jibo wan ne xem bû ku jin rastê tundîyê tên ya girîng jibo wan berdewamîya sazîya malbatê bû.’’

Tirkîye ji Peymana Stenbolê îmzeya xwe vekişand

Peymana Stenbolê, ji alîye Konseya Ewrupa jibo pêşî li tundûtûjîya nav malbatî û civakî ya li ser jinan bigire, 2011’an de hatibû pejirandin.

Li gor vê peymanê, her cûre tûndîya li ser jinan, binpêkirina mafê mirovan e û bi vê peymanê jin dikevin bin parastina qanûnan.

Tirkîye yek ji îmzakarên pêşîn ên peymanê bû, lê piştî hin alîyên oldar bi îdiaya ku peyman li dijî nîrxên malbatî ye, hevzayendîyê teşwîq dike, li dijî peymanê kempeynên kiribûn.

Serokomarê Tirkîye Recep Tayîp Erdogan di 20’ê Adara 2021’an de biryar dabû ku Tirkîye ji peymanê vekişîne.

“Li welatê me tekoşîna hember tundûtîjaya ser jinan, bi Peymana Stenbolê destpê nekir û bi wê jî bi dawî nabe,’’ Erdogan hîngê gotibû.

''Bingeha meselê berdewamîya sazîya malbatê ye''

Avuqat Pasînlî daxuyakirin rola polîtîqayên muhafazakar, bêkarî, nebûna dewletek sosyal sedemên sereke ne ku tundîya li ser jinan zêde dike.

''Yanî meseleya bingehîn malbat e, rêvebirîya welat jî vegûherî, di civakê de kî jibo wekhevîya jin û meran peyvek bike, wan weke dijmin dibînin. Lê, êdî serdem jî diguhere, hişmendîya jinan jî zêde dibe û dema hevjînê wan li wan tundîyê dikin jin êdî vê yeke qebûl nakin. Jibo xwe ji tundîyê xilas bikin, dixwazin dawî li zewacê bînin.’’

Pasînlî dîyar kir tundî an kuştin, gelek caran ji deste zilamê herî nêz tê, ew yan bav in, yan bira ne, yan hevjîn nin.

''Ew weke erkên malbatê ne û herkes jibo ev erk berdewam be, dibe alîkar. Lê, nêziktîya hêzên ewlekarîyê, polîtîqayên bêcezahîştinê, newekhevîya kar, zimanê zayendî jî dibe sedem ku tundûtûjîya li ser jian, kuştina wan zêde bibe.''

Xanima Asli dîyar kir tekoşîna jinan ya bi rêxistinkirî ne tenê li Tirkîyê li hemî cîhanê dibe sedema tirsa erka zilaman.

''Dewlet jibo zewacê teşqîq bike qredî dide''

''Mesela neha dewlet jibo zewacan teşwîq bike, qredîya bê faîz (pereye bi deyn) dide. Polîtiqayên mufazakar her diçe zêde dibe. Wezareta Kar û Barên Malbatî doh di daxuyanîyek de got ew dixwazin jibo jinan, derfeta karê ji malê çêkin. Yanî dixwazin jinan ji jîyana sosyal jî dûr bixin û mehkûmê nav çar diwarên malê bikin.''

Parêzkara Mafê Jinan Aslî Pasînlî îdia kir zilam pişta xwe ji vê sîstemê distîne lewma dema jinek telaqa xwe dixwaze tê kuştin. Bi bawerîya wê pirsgirêka mezin newekhevîya jîyana jin û zilaman e.

''Li dewletên ku oldar serdest in, rola jinan ewe ku zarokan bînin, xizmeta mal û zilamê xwe bikin, doza mafê xwe nekin. Yanî dewamîya desthilatîyan jî li ser esasê newekhevîya jin û zilaman bilind dibe. Çare jî ne mal e, derve ye û bi çalakîyên sivîl in. Dema nîqaşên heq û hiqûqê derbas bû, ev mesele êdî tenê bi çalakîyên sivîl dikare çareser bibe.''

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:01 0:00

XS
SM
MD
LG