Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê di Çar Mehên Dawî de 216 Jin Hatine Kuştin


Li Tirkîyê ji alîyê zilaman ve roj nîne ku jinek neyê kuştin. Di nav 19 mehan de tevahî 652 jin hatine kuştin. Di nav mehên dawî Tîrmehê 31, Gelewêjê 49, Îlonê 53, Cotmehê 36 û tevahîya van çar mehendan de jî 216 jin hatine kuştin.

Li Tirkîyê di kuştina jinan de herî zêde zilam derdikevin pêş. Platforma Bergirîya Kuştina Jina her meh van reqeman eşkere dike. Li gorî van reqeman bes di nav sala 2017an de 409 di nav sala 2018 an de 393 jin hatine kuştin.

Kuştina jina li herêma Kurdan bi şiklekî din derdikeve pêş. Rêvebare Platforma Yektîya Jinên Kurd Duysal Karataş dema balê dikşîne ser kuştina jinan, dibêje ev rêje li gorî Tirkîyê kêm be jî lê gelek jin ji alîyê zilamam ve têne kuştin:

“Dema em ji alîyê rêjeya kuştina jina Tirkîyê û Kurdistanê bidin ber hev, dibe ku rêjeya Kurdistanê kêm be lê li Kurdistanê jî gelek jin ji alîyê zilaman ve têne kuştin. Ferq nake çi Tirkîye çi Kurdistan jin li her derî rastî zext û zora zilaman tên.”

Duysal Karatş balê dikşîne ser perwerdehê û dibêje bi tenê perwerdekirina jina evî çareser nake pêwîste ku zilam jî di vî warî de bên perwedekirin:

“Kuştina jina her çiqas bi neperwerdebûnê bê dîyarkirin jî lê di vê perwerdebûnê de jin tenê têr nakin. Ji bo ku yên ku jina dikujin pirê wan zilam in. Pêwistîya herî girîn di vî warî de perwerdebûna zilaman in.”

Karataş, di kuştina jinan de kiryarê herî mezin dewletê û zagona dewletê şanîdide. Di vî warî de jî wiha dibêje:

“Dewlet ji xwe her sazî û zagonên xwe ji bo berjewendîyê zilaman sazkirîye. Zagon zilaman diparêze, sazûman zilaman diparêze û bi tevahî dewlet zilaman diparêze. Pêwîste ev zilamperwerîya dewletê bêgorandin.”

Raporta Deng/Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00


XS
SM
MD
LG