Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Enqerê Hefteya Nivîskarên Jin Destpêkir


Gulhan Alici Avşar
Gulhan Alici Avşar

Li Enqerê şeşemîn hefteya nivîskarên jin destpêkir. Jinên nivîskar him li vê derê pirtûkên xwe jibo xwendevanan îmza dikin û him jî bi xwendevan re hest û ramanên xwe dabeş dikin.

Jinên nivîskar didin xuyakirin ku heke jin destê xwe bavêjin çi wê li wê derê tundî nebe, kuştin rabe û dêl van ve wê azadî û wekhevî were.

Di vê heftê de jinên nivîskar wê li ser pirsgirêk, tundî û destdirêjîyên ser jinan, jinên ku di mala parastinê de ne û ji bo parastina wan çi pêwîste wê werin qisekirin.

Di roja yekemîn de nivîskara pirtûka “Vaveyla” Gulhan Alici Avşar bi xendevanên xwe re hate ba hev.

Nivîskar Avşar, di gotûbêja xwe de bêtir li ser rewşa çîroka kesên ku di sitargeha jinan de derbas dibin rawestîya û pirsgirêka jinê wek pirsgirêka hezar salan dîyar kir.

Pirtûka nivîskar Avşar, ya bi navê “Vaveyla” jî tevahî ser bingeh û babeta sitargehên jina hatîye nivîsîn.

Nivîskar Avşar babeta vê pirtûkê bi tevahî li ser çîrokên rasteqînî damezirandîye. Li ser vê pirtûkê jî Avşar hestê xwe jibo Dengê Amerîkayê wiha vegot:

“Nivîskarek nikare ji bo kêfa xwe rûnê û pirtûkeke binivîsê. Li ber vî jî sedema nivîsîna van çîrokên min ew bû ku, sitargehên ku mafên jinan e û ew xwe bikaribin bigîhîjînin wan mafan.”

Avşar naveroka van çîrokan jî wiha bilêv kir:

“Min di vê derê de xwast jinên ku xwe tenê hîs dikin û xwe lawaz dibînin bila bizanibin ku ew tenên nînîn û hêza wan jî gelek e. Çîrokên ku di vê pirtûkê de cî digrin jî tevahî vê yekê dide xwendevanên jin.”

Nifûsa Tirkîyê 83 mîlyone û nîva wî jî jin in. Lê sitargehên jina ango malên ku jina diparêzin 145 e. Bergeha ku heye tenê 3 hezar û 482 jînî dikare biparêze. Li gorî vî jî 10 hezar jinî re yek cî jî nakeve.

Li Elmanyayê 400 stargehên jinê heye. Nifûsa Îspanyayê 50 mîlyone lê 293, li Hollandayê 100 stargehên jinê hatîye vekirin, lê li Tirkîyê bes 145 e.

Nivîskar Gulhan Alici Avşar demeke dirêj di sitargehên jinê (xanîyên pênaha jinê) de kar kirîye. Avşar, li ber kêmbûna sitargehên jinê pirsgirêkên ku derdikevin jî wiha dîyar dike:

“Sitargehên jinê li Tirkîyê gelek kêm in. Jinên ku mexdûr dibin li ber kêmbûna sitargehên jinê ew jî diçin li kolanan dimînin û pirê wan jî têne kuştin.”

Nivîskar Avşar, di vê pirtûkê de rêya sitargehan jî di tema wêjeyî de bi jinan re dabeş dike.

Navê pirtûkê jî girîngîyeke dihewîne. Ew dema navê pirtûka xwe “Vaveyla” pênase dike wiha dibêje:

“Peyva Vaveyla peyveke Erebî ye û di Tirkî de jî tê bikaranîn. Wateya wî ‘feryat’, ‘figan’ an jî ‘qîrîn’ e. Ez jî di vê derê de qîrîna jina feryat û fîgana jina li gorî xwe tînim ziman.”

Raporta Deng/Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00

XS
SM
MD
LG