Serokê Tirkiyê careka din Amerîka rexne kir li dor piştgiriya şervanên Kurdên Sûriyê û got ew dê sînorê xwe ji “Terorîstan” paqij bike.
Serok Recep Tayyip Erdogan Îro Yekşemê got welatê wî dê rê nede “ hêlînên terorê” li nêzîkî sînor xwe.
Erdogan nişan bi herêmên di bindestê Yekîneyên Parastina Gel YPG dide.
Tirkiyê, ku YPG wek berdewamiya PKKê dide nasîn, meha Tebaxa sala borî operasyonek destpê kir ji bo paqijkirina sînor ji wan û gurûpa Daişê.
Erdogan lîsta herêmên ku dê bên paqijkirin ragihand.
Wî got:
“em dê Efrînê ji terorîstan paqij bikin, em dê Minbijê, Til Ebyed,Ras el-Eyn û Qamîşlê ji wan Paqij bikin.”
Berpirsên Tirkiyê gelek caran rexneyan li Amerîka dikin ji bo piştgiriya wan bo Kurdên Sûriyê.