Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê li 30 Bajaran 231 Siyasetvan û Rojnamevan Hatin Girtin


Hejmarek Hêzên Polîsê Taybet li Enqerê.
Hejmarek Hêzên Polîsê Taybet li Enqerê.

Wezîrê navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya îro Çarşemê ragihand ku di
di serdegirtinên li 30 bajaran de bi giştî 231 kes bi gumana tekildarîya bi “rexistinên terorê” re hatine desteserkirin.

Alî Yerlîkaya li ser X’ê got ku di “operasyona bi navê GURZ 27 de, endamên PKK/KCK-PYD/YPG “hatine armanc kirin.

Li gor Yerlîkaya kesên hatine desteser kirin, di qadên siyasî û medyayî de li ser nave rexistina terorê xebitine, li ser media civakî propagandaya terorê kirine, fînans peyda kirine, û beşdarî çalakîyên dij qanûnî yên kolanan bûne.

Li gor agahîyên destpêkê hevşaredarê navçeya Peyasê ya Amedê Cengîz Dundar û gelek siyasetvanên Kurd di nav kesên desteserkirî de ne.

Herwiha herî kêm 8 rojnamevan jî hatine desteser kirin ku Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin ya Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, rojnamevan Hicrî Îzgören û Ahmet Sumbul ji di nav de ne.

Gelek mamosteyên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), werger, parêzer, nivîskar, hunermend yek ji damezirînerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nîmet Tanrikulu û endamên rexistinên sivîl jî hatine desteser kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê de, kêsên li 30 bajaran hatine desteser kirin, têne şandinê Enqerê.

Gelek rojnamevan, nivîskar, wergêr, hunermend, siyasetvan, endamên rexistinên mafan, sendiqayan, hev

Di nav kesên desteserkirî de rojnamevan, nivîskar, wergêr û hunermend hene. Li gorî agahîyan ev kes hatine desteser kirin.

Desteyên Rêvebirîya Navendî ya Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partîya Wekhevîya Gelan û Demokrasîyê (DEM) bi daxuyanîyên nivîskî bertek nîşanî desteserkirina siyasetvan, rojnamevan û nivîskaran dan.

DBP û DEM Partî operasyon wek armanc kirina siyaseta demokratîk, opozîsyonê bi nav kir û demûdest berdana kesên desteserkirî kirin.

“Desthilatadarîya AKP-MHP’ê ya ku bi darbeyên siyasî îradeya gel û nirxên civakî hedef digre, bi operasyonên siyasî hewlên xwe yên jibo pêşî li têkçûyîna xwe bigre didomîne, “ DBP got.

Di serî de, Komeleya Rojnamevanên Dîcle First (DFGD), Komeleya Rojnamevanên Jin ya Mezopotamyayê (MKG), Civata Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC),Komelayê Mafên Mirovan (ÎHD) gelek rexistinan desterkirinên 231 kesan bi tundî şermezar kirin.

“Bi desteserkirnan ne tenê mafên hevkarên me, mafê civakê yê ragihandinê jî tê binpê kirin, ” GGC got.

Jêder: Daxuyanîya Wezîrê navxweyî yê Tirkîyê, DEM Partî, DBP, ÎHD, MKG, DFGD

XS
SM
MD
LG