Lînkên eksesibilîtî

Tirkîye Biryara Girtina 35 Rojnamevan û Medyakaran Derdixe


Karbidestên Tirk îro Pêncşemê derheqa 35 rojnamevan û karmendên medya biryara girtinê derxist, ku guman heye peywendîya wan bi Gulen re peywendîdar in.

Hikûmeta Tirkîyê îdia dike ku Gulen mêjîyê piş hewila darbeya leşkerî ya sala borî ye û wî mîna rêberê rêxistina terorî bi nav dike, lê Gulen wê îdiayê bi tundî red dike.

Reuters ji zarê Ajansa Anadolu radigihîne ku biryara girtina kesên berguman, bi şika karanîna bernameyeke mesajê ya taybet hate dayîn ku alîgirên Gulen di nav xwe de bi kar tînan.

Di nav neh rojnamevanên ku hatine girtin de, Burak Ekîncî, edîtorê rojnameya Birgun ya hevrika hikûmetê jî heye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG