Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fuat Onen Behsa Têkçûna Tirkîyê di Rizgarkirina Dîlên Tirk yên li Cem PKK'ê de Dike


Partîyên opozisyona Tirkyê hikûmetê rexne dikin li dor têkçûna wê di rizgarkirina 13 welatîyên Tirk de ku ji aliyê Partîya Karkerên Kurdistan PKKê ve hatibûn dîlgirtin û berî çend rojan di operasyoneke leşkerî de hatibûn kuştin.

Wezîrê berevanîya Tirkîyê Hulusi Akar ji parlemanteran re gotibû ku operasyona leşkerî bi sedema rewşa xirab ya li wê herêma çiyayî, bê piştgirîya li ser erdê hatibû li dar xistin.

Nivîskar Fuad Onen ji Dengê Amerîka re behsa van rexneyan kir û got ku ew tenê wek mijareke rakêşanên rojane dibin.

“Operasyona leşkerî ya Tirkîyê di armanca xwe de têk çû û opozisyon jî bi ser de dixwaze desthilatê lawaz bike û dibêje wê çima ev operasyon bi awayekî encamgir bi rê ve nebir.”

Fuat Onen
Fuat Onen

Onen ku Stenbolê dimîne, di derbarê axaftinên Akar yên girêdayî operasyonê de got:

“Wezîrê berevanîyê nabêje ev operasyonê şaşî ye. Ew dibêje ew ji neçarî bû û derfet nebû ku operasyon li ser erde bibe. Ji ber wilo wan operasyoneke esmanî pêk anî.”

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke

Hevpeyvîna li Gel Nivîskar Fuat Onen
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:49 0:00


XS
SM
MD
LG