Karbidestên Tirk dibêjin, polîsan di jimareke operasyonan de bi dehan karsaz û kesên din desteser kirin ku guman heye ligel Fethullah Gulen peywendîdar in.
Karbidestan got, perasyon îro Înê li bajarê Konya û 10 bajarên din hatin kirin û fermana girtina jimareke kesan hate dayîn ku girêdayî Cemeata Gulen in û polîs jî nav wan kesan de hene.
Hikûmeta Tirkîyê, Cemeata Gulen tawanbar dike ku di sala 2013’yan de operasyoneke dizî û şelandinê li hember wezîrên hikûmetê danaye.
Hikûmeta AKP îdia dike ku Gulen rêxistineke nepênî damezrandiye ku hikûmeta hilbijartî ji desthilatê bîne xwarê, lê Gulen wê yekê bi tundî red dike.