Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştîyeke Bazirganî ya Tirkîyê li Nêzîkî Lîbya Rastî Êrîşekê Hat


Keştîyeke Tirk
Keştîyeke Tirk

Wezareta Derve ya Tirkîyê dibêje, keştîyeke bazirganî ya Tirkîyê, li nav ava navnetewî li nêzîk bêndera Tobruk ya Lîbyayê, rastî êrîşeke hatiye.

Tirkîye dibêje, di wê êrîşê de karmendekî tîma keştîyê hate kuştin û jimareke kesên din jî birîndar bûn.

Wezaretê got, keştî roja Yekşemê rastî êrîşan hat, dora 20 kîlometreyan dûrî Tobrukê. Dû re ew gemî rastî êrîşên esmanî hat, dema ku dixwest ji wê deverê here.

Wezareta Derve ya Tirkîyê dibêje, keştîyê materyalên avakirinê ji Îspanyayê dibir Lîbyayê.

Hêjayî gotinê ye, li Lîbya du hikûmet hene, lê tenê yek ji wan ji alîyê civaka navnetewî tê nasîn. Lê, hikûmeta din jî xwedî hêzeke ser erdê ye û bi berdewamî şer dike.

XS
SM
MD
LG