Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksîyonên Tirkîyê yên Li Ser Mirina Îbrahîm Reîsî


Helîkoptera ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan têda bûn, duh dema ji Azerbeycanê vedigeriya ket xwarê.

Piştî xebatên lêgerînê û rizgarkirinê yên zêdeyî 12 saetan, televîzyona dewleta Îranê ragihand ku Reîsî û şandeya pêra jiyana xwe ji dest dane.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî mirina Reîsî peyamek weşand.

Erdogan û Reîsî Rêbendana 2024'an li Enqerê cara dawî kom bûn.
Erdogan û Reîsî Rêbendana 2024'an li Enqerê cara dawî kom bûn.

“Ez ji xwedê rehmê ji bo hevkarê hêja birayê min û Serokomarê Komara Îslamî ya Îranê birêz Îbrahîm Reîsî dixwazim. Mixabin, em dizanîn ku di encama ketina helîkopterê de koça dawî kir. Ji bo Wezîrê Deve yê Îranê û kesên din yên ku di heman helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane rehmetê dixwazim,” Erdogan got.

Serokê Meclîsa Tirkîyê Numan Kurtulmuş, Wezîrê Derva Hakan Fîdan, Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Omer Çelîk jî pişî mirina Reîsî û yên ku li gel wî di qezayê de jiyana xwe winda kirin, sersaxî xwastin.

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel derbarê qezaya helîkopterê û mirina Reîsî de sersaxî ji dewleta Îranê re xwast û got, “Em hêvî dikin ku têkiliya wê bi Îsraîlê re tune be”.

Ketina helîkoptera Raîsî li Tirkîyê ji nêz ve hate şopandin. Hate ragihandin ku dewleta Îranê ji Tirkîyê ji bo lêgerînê û rizgarkirinê daxwaza drona (balefira bêmirov) ya termal kirîye û Tirkîyê jî yekser AKINCI ÎHA şîyandîye vê derê.

Ketina helîkopterê û mirina Raîsî û şandeya gel wî di medyaya Tirkîyê de cîyekî berfireh girti.

Tîmên rizgarkirinê li cihê ketina kelîkopetra ku Reîsî tê de bû.
Tîmên rizgarkirinê li cihê ketina kelîkopetra ku Reîsî tê de bû.

Di sernivîsên rojnameyan de rojnameya Cumhûrîyetê “Qezaya Ku Îran Hejand”, rojnama Türkiye “Di Helîkoptera Reîsî De Qeza Tarî”, Yenî Şafak “Helîkoptera Reîsî Ket”, Hurrîyet “Helîkoptera Reîsî Qeza Kir”.

Li gor agahîyên A Haber TV ku nêzîkî hikûmeta Tirkîyê ye hate ragihandin ku piştî tespîtkirina balafira bêmirov a AKINCI ÎHA agahî dane Tehranê û Heyva Sora’a Îronê ragihandîye ku helîkoptera Reîsî hatîye dîtin. Ev televîzyon piştî bûyerê nêzîkî 18 saet şûnde jî xwe gihand cîyê bûyerê û dîmenên helîkopterê bi zindî nîşan da.

Di serê hinekan de pirsa gelo di vê bûyerê de sabotaj an jî dest di mirina wî de hene an na, digere.

Pisporê rojhilata navîn û rojnamevan Fehîm Taştekîndi rojnameya Duvar de nivîsand ku, “Li gor pêşînîya min sabotaj heke bibe jî lê yên ku ev sabotaj kirine ewê vê yekê ranegihînin. Îran jî ji bo sabotajê tiştek nabêje. Heke kî bigire ser xwe dibe sedema şer. Ji bo vê yekê jî, niha li ser vê nayê sekinîn.”

Raporta Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00
XS
SM
MD
LG